Referandûma Misrê
Referandûma Ji Bo Qanûnê Wê Di 15 û 22ê Kanûnê De Bê Li Dar Xistin
Li Misrê referandûma ji bo qanûnê, wê di 15 û 22ê Kanûnê de bê li dar xistin. Mensûbê heyeta bilind ya hilbijartinê ya Misrê Ebdurrehman Behlul îfade kir ku, wê referandûm di 2 rojan de bê li dar xistin. Behlul wiha got “Ji ber ku hejmara hakimên ku wê dana rayê kontrol bikin, negihaştiye 13 hezarî, heyeta hilbijartinê vê qirara ji bo 2 rojan daye.”
Sekreterê heyetê 2 roj berê dabû zanîn ku ji bo kontrola referandûmê, dora 10 hezar hakiman qeyda xwe kirine.
Li aliyê din, tê gotin ku terefdarên rejîma kevn, ji bo protestokirina referandûmê û zêdekirina tansiyona li welêt, fealiyetan li dar dixin. Dilxwaz û piştevanên Mûrsî û rimilkên rejîma kevn, li paytext Qahîreyê civiyan. Li herêma Medînetun Nesrê, bi sedhezaran terefdarên Mûrsî kom bûn. Hejmara terefdarên Mubarek yên li Tehrîrê jî, bi hezaran e.
bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.