Referandûma Misrê
Di Beşa Ewil De Xelkê Destek Da Mûrsî
Li Misrê ji bo qanûna esasî referandûm tê li dar xistin. Referandûm bi du beşan tê rast kirin. Do di beşa ewil de li gor beyanên neresmî, xelkê Misrê zêdetirî ji sedî 56an got “erê” û destek dan qirarên serekcimhûr Muhammed Mûrsî.
Partiya Îxwan partiya hurriyet û edaletê, li ser encamên neresmî, peyama pîrozê weşand. Partiyê îfade kir ku xelkê Misrê, hessasiyet û hişyariya xwe nîşan daye ku qanûna esasî bi dilê wan e.
Hat gotin ku, muxalefet ji encamê ne raziye û biguman in. Muxalefetê beyan kir ku, ji bo beşa duduyan, dest bi propagandaya gotina “na”yê kirine.
Beşa duda ya referandûmê, di 22ê Kanûnê de tê li dar xistin.
bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.