Rêjeya enflasyonê hat eşkerekirin
NAVENDA NÛÇEYAN - Endeksa Bihaya Xerîdaran(TUFE) di meha Kanûnê de li gor heman meha sala borî ji sedî 8,53 zêde bû.
Reqemên enflasyonê hatin daxuyandin. Li gor daxuyaniya ku hatiye belavkirin di meha Kanûnê de li gor meha sala borî enflasyon zêde bû.
Li gor daneyên ku ji teref Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ve hatine belavkirin TUFE, di Kanûna 2016an de li gor berî vê mehekê ji sedî 1,64, li gor meha Kanûna sala borî ji sedî 8,53 û li gor nîvekiya duwezdeh mehan ji sedî 7,78 zêde bû.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.