Rejîma Cimhûriyetê Çi Daye Xelkê Kurd?

Rejîma Cimhûriyetê Çi Daye Xelkê Kurd?

Rejîma cimhûriyetê ji damezrandina xwe ve heta niha, ji ğeyrî fikr û îdeolojiya xwe, kesî qebûl nekiriye, nexasim ehlê Îslamê ji xwe re dijmin dîtiye, xelkê Kurd talûke hesibandiye.

Rejîma cimhûriyetê ji damezrandina xwe ve heta niha, ji ğeyrî fikr û îdeolojiya xwe, kesî qebûl nekiriye, nexasim ehlê Îslamê ji xwe re dijmin dîtiye, xelkê Kurd talûke hesibandiye. Ji ber vê yekê jî, kengî hewce dîtiye, te’de û qetlîam li xelkê musluman û Kurd rast kirine. Mesela Kurd, bi alîkî dewamiya wê zihniyetê ye.

Çendakî berê parlementera CHPê Bîrgul Ayman Guler xîtabî hikûmetê kiribû û wiha gotibû “Hun nikarin xelkê Tirk û milliyeta Kurd weka hev bidin qebûlkirin.” Hikûmetê jî, van gotinên parlementera han, bi irqçîtiyê nirxandibûn.

Alîkarê serek û berdevkê hikûmetê Bulent Arinç, piştî civîna heyeta wezîran, ji qezetevanan re peyivî û li ser gotinên parlementera CHPê, tepkî nîşan da. Arinç da zanîn ku, ji bo miçiqandina fînansmaniya terorê, ewilî li ser pêşnûmayeke qanûnê disekinin. Bulend Arinç li ser hilweşîna diwarên seha fitbolê ya li Şirnexê ku, di hadîseyê de 7 zarok can dabûn jî beyan kir ku, her dû sehayên bi hev zeliqandî, bêrûxset in.

Bulend Arinç der barê hevdîtinên bi Îmralî re û li ser ziyareta parlementerên BDPyî tiştekî eşkere negot. Îfade kir ku parlementerên ku ji bo serdanê muracaet bikin, wê wezareta edaletê li wan muracaetan mêzeke.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.