Rejîma dagirker li Xezzeyê zêdeyî 55 hezar xanîyan bi temamî hilweşand

Rejîma dagirker li Xezzeyê zêdeyî 55 hezar xanîyan bi temamî hilweşand

Rejîma îşxalker a siyonîst ji 7ê Cotmehê ve di êrîşên xwe yên hewayî, bejayî û deryayî yên tund ên ser xeat Xazzeyê de 55 hezar xanî bi temamî wêran kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya Hikûmeta Xezzeyê ve hat dayîn de, derbarê qeybên canî û maddî yên di êrîşên rejima dagirker ên li ser Xeta Xezzeyê de ku ev zêdeyî 2 meh û nîv in berdewam dikin de agahiyên nû hatin parvekirin.

Li gorî daxuyaniyê, rejima îşxalker ku li rojhilatê bajarê Xezeyê kampeke komkirinê ava kir, bi dehan Filistînî avêtin çalên mezin ên ku li wir kolandin û gule berdan wan.

Di êrîşên rejima îşxalker ên ku ji 7ê cotmehê vir va li ser Şerîda Xezzeyê pêk anîn de herî kêm 8 hezar û 200 zarok û 6 hezar û 200 jin 20 hezar û 258 kes şehîd bûn û 53 hezar û 688 kes jî birîndar bûn. Di nava şehîdan de 310 xebatkarên tenduristiyê, 35 xebatkarên parastina sivîl û 100 rojnameger hene.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin rejîma dagirker heta niha 2 hezar û 600 kes desteser kirin, herî kêm 101 doxtor û personelên tenduristiyê û 8 rojnameger jî hene.

Hat diyarkrin di nav kesên hatin qetilkirin de Rêveberê Giştî yê Nexweşxaneya Şîfa Muhammed Ebû Silmiyye, Rêveberê Nexweşxaneya Kemal Advan Ehmed el-Kehlût û Rêveberê Nexweşxaneya El-Avde Ehmed el-Muhenna jî hebûn.

Her wisa jat diyarkirin di êrîşên rejima îşxalker da li Şerîda Xezzeyê 55 hezar xanî bi temamî û 258 hezar xanî jî qismî wêran bûn. Di encama bomberdûmanan de 200 mizgeft qismî xisar dîtin, 115 bi temamî hatin rûxandin, 126 avahiyên hikûmetê jî zirareke mezin dîtine. 23 nexweşxane û 53 navendên tenduristiyê bi temamî ji xizmetê derketin, 92 dibistan û zanîngeh bi temamî hilweşiyan, 285 saziyên perwerdeyê jî qismî wêran bûn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.