Rejîma darbeker 2 giravên Misirê dide birêvebiriya Siûdî

Rejîma darbeker 2 giravên Misirê dide birêvebiriya Siûdî

QAHÎRE - Hikûmeta Misirê ya ku di bin îdareya Sîsiyê darbeker de ye du giravên stratejik ên Misirê dê bide birêveberiya Erebîstana Siûd, ji bo vê yekê di parlementoyê de dengdayîn hat kirin.

Hat ragihandin Hikûmeta Misirê ya ku di bin îdareya Sîsiyê darbeker de ye du giravên stratejik ên bi navê Tîran û Sanafîr dê bide birêveberiya Erebîstana Siûd, ji bo vê yekê di parlementoyê de dengdayîn hat kirin. Berî niha ev qerara dayîna giravan ji teref Sîsiyê darbeker ve di Nîsana 2016an de hatibû daxuyandin û ev yek bûbû sedema bertekên tund.

Ev her du giravên ku dê ji Erebîstana Siûd re bên dayîn di xalake stratejik de ne û berî niha di derbarê van her du giravan de di warê aîdiyetê de gelek nîqaş hatibûn kirin. Her wiha ji ber vê qerara ku hat dayîn Sîsiyê darbeker bi sûcê firotina giravan tê sûcdarkirin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.