Rejîma îşxalê Xazzeyê bombebaran dike: Herî kêm 6 kes şehîd bûn

Rejîma îşxalê Xazzeyê bombebaran dike: Herî kêm 6 kes şehîd bûn

Balafirên siyonistên terorîst êrîş birin li ser Xeta Xazzeyê, di encama êrîşê de herî kêm 6 kes şehîd bûn.

Agirbesta ku 7 rojan berdewam kir îro bi dawî bû.

HAMAS bi daxuyanîya ku belav kir got ku artêşa îşxalê cardin êrîşî Xazzeyê kirine û a niha pevçûnên dijwar pêk tên.

Rejîma îşxalê bi daxuyanîya ku belav kir got ku” balafirên şer li bakurê Xazzeyê hedefên HAMASê bombebaran dike.”

Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xazzeyê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û got ku rejîma terorê cardin êrîşên xwe yên bi ser Xazzeyê de daye destpêkirin û di êrîşan de heta niha 6 kes şehîd bûn.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.