Rejîma îşxalker ambulansa Heyva Sor a Filistînê bombe kir: 6 şehîd

Rejîma îşxalker ambulansa Heyva Sor a Filistînê bombe kir: 6 şehîd

Di encama bombebarana balefirên îşxalker ên siyonîst a li dijî ambulanseke Heyva Sor a Filistînê li navenda Xezzeyê de 4 ji ekîbên ambûlansê tev de 6 kes şehîd bûn.

Di daxuyanîya ku ji teref Heyva Sor a Filistînê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku ambulanseke wan a li ser Kolana Selahedîn ya Xezzeyê ji aliyê hêzên îşxalker ve hatiye bombekirin.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin, "Hevalên me dema ku amblema Heyva Sor a ku divê li gorî hiqûqa navneteweyî were parastin, hilgirtin şehîd bûn. Hevalên me dema di ambûlanseke ku bi zelalî amblema Heyva Sor li ser bû, bi zanebûn hatin hedefgirtin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êrîşê de ajokarê ambûlansê Yûsif Ebû Mamar, pispor Fadî Fuad El-Maanî, Îslam Ebû Riyala (bersiva yekem) û Fûad Ebû Hemmaş (wênekêşê dildar) û 2 sivîl şehîd bûne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.