Rejîma îşxalker: Di 24 saetên dawî de 8 leşker mirin, 43 leşker jî birîndar bûn

Rejîma îşxalker: Di 24 saetên dawî de 8 leşker mirin, 43 leşker jî birîndar bûn

Artêşa bi navê rejîma îşxalker a siyonîst îtiraf kir ku di pevçûnên 24 saetan da li Xezzeyê 8 efser û leşker hatin kuştin û 43 leşker jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya artêşa îşxalker de hat qebûlkirin ku li bakurê Xezzeyê di şerê bejahî yê bi berxwedanê re de 8 efser û leşkerên din hatine kuştin.

Hat ragihandin ku ji 7ê Cotmehê û vir ve 498 leşker hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku ji ber êrîşên bejahî dest pê kirine 164 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 2 hezar û 66 leşker birîndar bûne û birîna 329 leşkeran giran e.

Çapemeniya rejîma îşxalker a siyonîst ragihand ku hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di êrîşên bejayî de veşartî ne.

Çapemeniya bi navê rejîma îşxalker dikare hejmara leşkerên winda yên "bi qasî ku artêş destûr daye" eşkere bike.

Berdevkê Tugayên Qassam Ebû Ubeyde beriya niha di daxuyaniyên xwe de tekez kiribû ku hejmara kuştî û birîndarên ku bi fermî ji aliyê artêşa îşxalker ve hatine ragihandin ne rast e û ev hejmar gelek zêdetir in. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.