Rejîma îşxalker, îddîa kir ku tenê 600 leşkerên wan birîndar bûye

Rejîma îşxalker, îddîa kir ku tenê 600 leşkerên wan birîndar bûye

Rejîma îşxalker, îddîa kir ku di encama êrîşa wan a bejahî ya li dijî Xezzeyê de heta niha 600 leşkerên wan birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê artêşa îşxalker ve tê parastin, ji 27ê cotmehê ve ku êrişên bejahî li Xezzeyê dest pê kirine hejmara leşker û efserên siyonîst ên birîndar bûne 600 kes.

Hat îddîakirin ku ji siyonîstan rewşa 135 wan giran, 227 kes bi orte û 238 kes jî sivik in.

Bi vî awayî hat ragihandin ku hejmara birîndarên hêzên îşxalker ên ji destpêka Tofana Eqsayê (7ê Cotmehê) ve derketiye hezar û 683an, ji vana 263ê wan giran, 465 jê orte û 955 jî sivik in.

Li gorî îşxalê di berxwedana li Xezzeyê de di çarçoveya operasyona Tofana Eqsayê de 1200 terorîst hatine kuştin û 5 hezar û 431 terorîst jî birîndar bûne.

Di vê berxwedanê de nêzî 250 sîyonîstên îşxalker hatine êsîrgîrtin, ku hinek ji wan di çarçoveya pevguhertina girtiyan de hatibûn berdan.

Ji aliyê din ve berxwedan bal dikşîne ku hejmara kuştî û birîndarên siyonîstan ji ya ku ji teref îşxalkeran ve hatiye ragihandin gelek zêdetir e.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.