Rejima îşxalker ji 7ê cotmehê heta niha li Şerîeya Rojava 297 Filistînî şehîd kirine

Rejima îşxalker ji 7ê cotmehê heta niha li Şerîeya Rojava 297 Filistînî şehîd kirine

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku rejima îşxalker ji 7ê cotmehê heta niha 297 Filistînî şehîd kirine.

Di daxuyaniya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji serê salê vir ve li Şerîeya Rojava 505 kes ji aliyê rejîma îşxalker a sîyonîst ve hatine şehîdkirin û piştî 7ê Cotmehê 297 kes şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji destpêka meha Cotmehê û vir ve 111 zarok û ciwan şehîd bûne.

Ji doh ve li Şerîeya Rojava ya îşxalkirî ku 5 ji wan li kampa Nûr Şems a Tulkermê bûn, di êrişên cuda yên hêzên îşxalker ên siyonîst de 7 Filistînî ji wan 1 zarok şehîd bûn.

Di encama bomberdûmana ku ji 7ê Cotmehê ve li ser Xezzeyê pêk tîne, rejîma îşxalker nêzî 19 hezar kes ku ji sedî 70ê wan jin û zarok bûn şehîd kirin û zêdetirî 52 hezar kes jî birîndar kirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.