Rejîma îşxalker li Xezzeyê heta serê sibehê êrîşên xwe domand

Rejîma îşxalker li Xezzeyê heta serê sibehê êrîşên xwe domand

Balafirên herbê yên rejîma sîyonîst êrîşên xwe yên bi şîddet a ji Xan Yunisa Xezzeyê re didomîne. Di encama êrîşan de gelek kes şehîd û birîndar bûn.

Li Xezzeyê komkujî û qirkirina îşxalkeran bênavber berdewam dike.

Balafir, tank, top û zirxên îşxalkeran di alîyê hewa û bejahîyê de êrîşên xwe yên li dijî Xan Yunûsê didomîne.

Di encama van êrîşan de gelek Fîlîstînî ên ku di nav wan de zarok û pîrek hene şehîd û birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku ji ber êrîşan xelkê ku li bajaroka Beyt Lahîyayê ne xwe ji Nexweşxaneya Kemal Advanê re sipartin.

Hat diyarkirin ku li herêmê şereke dijwar berdewam dike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.