Rejîma sîyonîst a îşxalker, heta serê sibehê li Xezzeyê bombe barand

Rejîma sîyonîst a îşxalker, heta serê sibehê li Xezzeyê bombe barand

Balafirên aîdê rejîma îşxalker a sîyonîst, heta serê sibehê li Xezzeyê êrîşan li dar xistin û di encamê de gelek kes şehîd û birîndar bûn.

Rejîma sîyonîst, li ber çavê dinyayê li dijî xelkê Xezzeyê êrîşên xwe yên wehş û hov didomîne. Ev bû 182 roj e rejîma terorê li Xezzeyê qirkirinê li dar dixe, xelkê tî û birçî dihêle, bi vê şeklê dibe sedema felaketeke însanî.

Yekîneyên tob û balafirên terorîstan, heta serê sibehê êrîşî Xan Yûnis û Refahê kirin.

Herêma Şêx Zayîdê jî ji van êrîşan para xwe stand.

Di êrîşa ku hat lidarxistin de piranîya wan zarok û pîrek gelek kes şehîd û birîndar bûn.

Di encama êrîşa ku ji 7ê Cotmehê vir ve hat lidarxistin de 14 hezar û 500 jê zarok, 9 hezar û 560 jê pîrek tev de 33 hezar û 37 Fîlîstînî şehîd bûn, 75 hezar û 668 kes jî birîndar bûn.

Tê destnîşankirin ku hêj bi hezaran şehîd di bin kavilan de ne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.