Rejima Siyonîst camîyan hedef digrin

Rejima Siyonîst camîyan hedef digrin

Siyonistên îşxalker û terorîst ên ku li Xezzeyê qetlîameke mezin dikin herêmê wêran kirine. Di beyanata ku ofîsa medyayê ya hikûmeta Xezzeyê da da weha hat gotin, “Ji 7ê cotmehê û hetanî niha, di êrîşên siyonistan de 380 camî zirar dîtine.”

Siyonistên îşxalker êrîşên xwe yên bi ser Xezzeyê de bênavber didomînin.

Siyonistên ku temamê nirxên însansî binpê kirin ji alîyekî ve zarok, pîrek, bi hezarana sîwîlên bêguneh qetil dikin ji alîyê din ve jî Xezzeyê bi temametî wêran kirin.

Derbarê rewşa dawî ya li Xezzeyê de ji teref ofîsa medyayê ya hikûmeta Xezzeyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin artêşa îşxalê di pêvajoya qirkirina li Xezzeyê de li Xezzeyê 140 camîyan bi temametî xera kir û 240 camîyan jî qismî tahrîb kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de her wisa hat diyarkirin di dema hedefgitina hinek camîyan de siyonistên bombeyên ku giranîya wan ji yek tonê zêdetir bû bi kar anîn û siyonist di van êrîşan de ji alîyekî ve hewl dide mîrasa dînî û çandî ji holê rabike.

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin yek ji wan camîyên herî bi qedr û qiymet a ku ji teref siyonistan ve hat hedefgirtin û xerakirin camîya camîya mezin a omer e. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.