Rejîma sîyonîst di her seatê de 4 zarokan qetil dike

Rejîma sîyonîst di her seatê de 4 zarokan qetil dike

Biroya Îstatîstîk a Navenda Fîlîstînê, daxuyand ku rejîma sîyonîst li Xezzeyê di her seatê de 4 zarokan qetil dike, di êrîşên ku ev bû 181 roj e berdewam dike de 43 hezar û 349 zarok dê-bav an jî ji wan yek winda kirîye.

Biroya Îstatîstîk a Navenda Fîlîstînê ku di bin bireveberîya Fîlîstînê de ye, berîya “5ê Nîsanê Roja Zarokên Fîlistînê” derheqê rewşa zarokên li Xezzeyê de raporek weşand.

Di raporê de weha hat îfadekirin:

Bi tevî şehadeta ji 14 hezar û 350 zêdetirî zarokan, li Xezzeyê pileya şehîdan ji sedî 44 zarok in, ji sedî 70 yên ku pileya 7 hezar însanên ku winda bûne ye jî pîrek û zarok in.

Ji 7ê Cotmehê vir ve ku destpêka êrîşê ye li Şerîaya Rojavayê 117 jê zarok tev de 455 Fîlistînî hatin şehîdkirin. Ji 4 hezar û 700 birîndaran jî 724ê wan zarok in.

1620 Fîlistînî ku 710 jê zarok in, ji ber xerabûna xanîyê wan bi tevî Qudsê li giştîyê Şerîaya Rojavayê ji cîhê xwe bûne.

Ji sala 2023yan vir ve 500 jê li Qudsê tev de li Şerîaya Rojavayê 1085 zarok hatin desteserkirin.

Li gorî daneyên Lijneya Karên Êsîran, 202 jê li Şerîaya Rojavayê, yek jê ji Xezzeyê û yek jî ji axên ku di 1948an de hatîye îşxalkirin tev de 204 zarok di girtîgehên îşxalê de têne girtin.

Ji ber bomberdûman û êrîşên giran li Xezzeyê 5 hezar û 994, li Şerîaya Rojavayê jî 56 xwendekar hatin şehîdkirin.

Dîsa li Xezzeyê 9 hezar û 890, li Şerîaya Rojavayê jî 329 xwendekar birîndar bûn.

Nêzê 620 hezar xwendekar jî ji jîyana xwe ya perwerdehîyê mehrûm hatin hiştin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.