Rejîma sîyonîst: Ji 7ê Cotmehê vir ve 430 leşkerên me mirin

Rejîma sîyonîst: Ji 7ê Cotmehê vir ve 430 leşkerên me mirin

Rejîma îşxalker a sîyonîst, daxuyand ku di encama êrîşên li dijî Xezzeyê a di alîyê bejahîyê de hatin lidarxistin de hejmarê mirîyên wan derket 101 kesan. Îşxalkeran ragihand ku ji 7ê Cotmehê vir ve 430 leşkerên wan mirine.

Artêşa îşxalê, daxuyand ku di dema pevçûnan de 5 leşkerên wan ên dinê jî hatine kuştin.

Di daxuyanîya ku ji teref artêşa îşxalê ve hat belavkirin de derheqê hejmarê birîndaran de tu agahîyek nehat dayîn.

Hat destnîşankirin ku di pevçûnan de ji 31ê Cotmehê vir ve hejmarê sîyonîstên ku hatine kuştin derket 101 kesan.

Rojnameger Ariel Shimonê ku ji medyaya Yedioth Ahronothê hatibû qewirandin, îfade kir hejmarê rast ji yên ku hatine daxuyandin herî kêm 3 qat zêdetir e.

Shimon, “Ji 250 zêdetir leşker û efser ji sedî 100 kor bûne. Ji 500 zêdetir wesayît ên ku di nav wan de wesayîtên bi palet û bi zirx jî hene hatin îmhekirin. Hejmarê birîndaran 7 hezar in û ji wan jî 3 hezar û 700ê wan astengdar in.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.