Rejîma sîyonîst li Refahê malekî bombe kir: 19 şehîd

Rejîma sîyonîst li Refahê malekî bombe kir: 19 şehîd

Di encama êrîşa asîmanî ya balafirên îşxalkeran ya li dijî Xezzeyê de piranîya wan zarok û pîrek 19 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Artêşa rejîma îşxalker a sîyonîst, qirkirin û qetlîamên xwe yên li dijî Xezzeyê didomîne.

Balafirên herbê, li Refaha ku li başûrê Xezzeyê ye hedef girt.

Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de piranîya wan zarok û pîrek herî kêm 19 kes şehîd bûn.

Rejîma îşxalker ji 7ê Cotmehê vir ve li dijî Xezzeyê qetlîam û qirkirinekî li dar dixe, di encama wan êrîşan de herî kêm 10 hezar û 300 jê zarok, 7 hezar û 100 jê pîrek tevde 24 hezar û 448 Fîlîstînî şehîd bûn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.