Rejîma sîyonîst li Xezzeyê rojnamegerekî dinê jî qetil kir

Rejîma sîyonîst li Xezzeyê rojnamegerekî dinê jî qetil kir

Leşkerên qaşo yên rejîma îşxalker a sîyonîst, di êrîşa ku li Xezzeyê li dar xist de rojnamegerekî dinê jî şehîd kirin.

Rejîma îşxalker a sîyonîst, hedefgirtina rojnamegerên ku ev bû 7 meh e qirkirina îşxalkeran a li Xezzeyê ji dinyayê re didin bihîstandin didomîne û bi vê şeklê dengê wan qut dike.

Rojnamegerên ku qirkirin û qetlîamên rejîma îşxalker bi belgeyan ji raya giştî ya navneteweyî re serwîs dikin, dibin hedefên rejîma terorîstan.

Îşxalkerên sîyonîst, li Xezzeyê dengê rojnamegerekî dinê jî qut kir.

Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Medyaya Hikumeta Xezzeyê ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku rejîma îşxalker li Taxa Zeytûnê li dijî xanîya Rojnameger Mustafa Ayyad êrîşek li dar xist.

Hat îfadekirin rojnameger Ayyad ku di sazîyên medya yên cuda de wek muxabîrê fotoxrafan dixebite di encama êrîşê de şehîd ketîye.

Hat destnîşankirin ku li Xezzeyê ji 7ê Cotmehê vir ve ku destpêka êrîşa rejîma îşxalker e hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derketîye 145an. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.