Rejîma Terorê Êrîşî Sûriyê Kir
Teyarên herbê yên Îsraîla rejîma terorê, êrîşî 4 deverên leşkerî yên Sûriyê kirin
Teyarên herbê yên Îsraîla rejîma terorê, êrîşî 4 deverên leşkerî yên Sûriyê kirin. Li gorî beyana artêşa rejîma terorê, hêzên hewayî yên Îsraîlê, pey nîvê şevê, êrîşî 4 deverên leşkerî yên Sûriyê kirine.
Di beyanê de hat gotin ku yekîneyên artêşa Sûriyê yên êrîşî dewriya siyonîst Îsraîlê kiribûn, bûne hedefa êrîşên teyarên Îsraîlê. Hat îfadekirin ku pey êrîşê, teyarên îsraîlê vegeriyane baregehên xwe.
Do li ser sînorê Îsraîl û Sûriyê, bombeke bicîkirî teqiyabû û di encamê de 4 leşkerên siyonîst birîndar bûbûn. Rejîma terorê, îdara Sûriyê ji hadîseyê berpirsiyar kiribû
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.