Rejîma terorê Îsraîl piştgiriyê da êrîşa DYAyê ya li Sûriyê
Ji teref Îsraîla rejîma terorê ve di derheqê êrîşa ku ji teref DYAyê ve li baregeheke asimanî ya Sûriyê hat kirin de daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de vegotinên ku piştgiriyê didin êrîşê hatin gotin.
Serokwezîrê Sîyonîst ê rejîma terorê Binyamîn Netanyahu destnîşan kir ew ‘ desteka bitemamî’ didin qerara êrîşa ku ji teref Serokê DYAyê Donald Trump ve hatiye dayîn.
Serokwezîrê Sîyonîst ê rejîma terorê Binyamîn Netanyahuyê ku her tim bi hinceta ku ji Girên Sûriyê û Golanê roket tên berdan êrîşî Sûriyê dike di derheqê êrîşa ku ji teref DYAyê ve hatiye kirin de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniya nivîskî ya ku hat belavkirin de hat diyakirin ‘Îsraîl destekeke bi temamî dide vê qerara Trump. Em hêvî dikin ev qerardarî ne tenê li Şamê bi heman awayî li Tahran, Qoreya Bakur û li cihên din jî bê nîşandan.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.