Remezanê De Jî Şer Ne Biriya

Remezanê De Jî Şer Ne Biriya

Li Sûriye Hêzên Esed Di Operasyonan De Zêdetirî 150 Kes Qetil Kirin

Di meha remezanê de jî, li Sûriye şer û kuştin ne sekinî. Li gor îddîayên teşkîlata şopandina heqên însana ya Sûriye ya ku merkeza wê li Londonê ye, hêzên Esed, di serî de Şam li gelek bajaran, bi sîlehên giran û li hinek deveran jî bi helîkopteran operasyon rast kirin. Di operasyonan de, zêdetirî 150 kes hatin qetil kirin.

Hat gotin ku li Şamê, havan û top bi ser camiya Hesen ketine. Ji ber vê yekê, ji cemaeta mizgeftê, gelek kes birîndar bûne. Li Qamişlo, Lazkiye, Selaheddİîna Helebê, Dara û Tefersûsayê jî, di navbera ordiya azad a Sûriye û hêzên Esed de şer qewimiye.

Li aliyê din hat diyar kirin ku wê Rûsya peymanek nû ya sîlehan, bi Sûriye re pêk neyne. Rûsya dev ji şandina helîkopterên şer jî berda. Berî niha dihat gotin ku Rûsya helîkopterên şer, difiroşe dewleta Sûriye. (Ferman Çiyayî/ Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.