Rev û Pevçûna Mehkûman
Rev û Pevçûna Mehkûman15 Efğanî Reviyan, 20 Venezûelayî Mehkûm Jî Hatin Kuştin
Li gor xeberan hat gotin ku li Efğanîstanê, ji hepsa Polî Çerxîyê 15 mehkûm reviyane. Gelekê wan mensûbên Talîban in. Hat îfade kirin ku mehkûmên reviyane, gelekê wan ya bi îdamê yan jî bi muebbetê ciza girtine. Berdevkê Talîban da zanîn ku mehkûmên reviyane dîsa tevlî Talîban bûne. Berpirsiyarên dewletê, heta niha der heqê hadîseyê de, tu beyanat nekirine. Par li Qandiharê 500 mehkûm di tunelê re reviyabûn.
Li aliyê din, li Venezûela li eyaleta Mîrandayê jî, di hepsekê de, di navbera du grûban de pevçûn qewimî. Di şer de zêdetirî 20 mehkûm hatin kuştin. Wezîrê hepsan diyar kir ku hêzên ewlehiyê mudaxela hadîseyê kirine û rewş xistine bin kontrolê. Sebebê pevçûnê nehat diyar kirin. Wekî tê zanîn li Venezuelayê di hepsan de, gelek caran îsyan û pevçûn diqewimin. Par di şer û îsyana de 500 kes hatibûn kuştin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.