Reva Ji Sûriye Didome

Reva Ji Sûriye Didome

Hejmara Sûriyeyiyan Yên Li Tirkiye 80 Hezarî Derbas Kir

Reva ji Sûriye dewam dike. Hat gotin ku li İntabê, Mereşê û Osmaniye çadirqemp tên avakirin. Multeciyên Sûriye yên li Tirkiye, zêdetirî 80 hezarî ne. Li hinek qempan cîh nema ye.

Niha multecî li hinek bajaran, li 8 çadirqempan, merkezeke guherbar û li qonteynirqempekê dijîn. Ji ber ku li van dera cîh nema ye, hinek Sûriyeyî li Kîlîsê, İntabê, Mereşê, Edenê, Osmaniyeê, Semsûrê û li Meletê, li mektebên YİBO, pansiyonên xwendekaran û li salonên sporê hatine bicîhkirin. Ji ber ku cîh nemaye, ji bo multeciyan hinek qempên nû tên avakirin.

Hat îfade kirin ku li aliyê Sûriye li ber sînor, 3 hezar multecî sekinîne, li hêviya destûra derbasbûna hêla Tirkiyene. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.