Rewşa Filîstîniyên Girtî

Rewşa Filîstîniyên Girtî

Merkeza lêpirsîna Ehrarê ya heqên însan û hêsîran, der heqê girtiyên Fîlîstînê de raporek weşand.

Merkeza lêpirsîna Ehrarê ya heqên însan û hêsîran, der heqê girtiyên Fîlîstînê de raporek weşand. Li gor raporê di sala 2012an de 3784 Fîlîstînî hatine girtin. de li gor bajaran jî di girtinan de El Xelîl di serî de ye. Nablûs û Ramallah pey wê tên. Ji Ğezzeyê girtin hindik in, bi pirranî jî kesên ji Ğezzeyê hatine girtin masîvan bûne, dûre jî hatine berdan.

Di 2011an de hejmara girtiyên zarok 700 bû, di 2012an de ev hejmar gîha 900î. Piştî lihevkirina bi berdana Gîlad Şalîtê, siyonîst Îsraîl ji kesên berdabûn 10 kesan dîsa girtine.

Di raporê de hat beyan kirin ku, di nav salê de li mehkûmên Filistînî 150 êrîş hatine kirin. Tê gotin ku van êrîşên ku tecawizê heqqên mehkûman dikin bi behaneya teftîşan tên kirin. 

Dîsa di raporê de hat eşkere kirin ku di 17 hepsên siyonîstan de hê 4 hezar û 585 mehkûm girtî dimînin.

Di nav girtiyan de 11 pîrek, 175 zarokên biniya 18 salî ku li gor qanûnan girtina wan yasax e, 180 mehkûmên îdarî ku hê di derheqê wan de tu sucdarî nehatiye kirin û 12 wekîl jî hene.

110 Mehkumên ku hê beriya hevpeymana Oslo a di navbera İsraîl û Filistîn de di hepsê siyonîstan de jî hê rewşa wan a girtî dewam dike. Ji van mehkûman 70 kes ev 20 sale ku di hepsên siyonîstan de ne, dîsa ji wan kesan 23 kes jî ev 25 sale ku di hepsên siyonîstan de ne.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.