Rewşa Mehkûmên Nexweş
Ev serê çendakî ye tê rojevê ku li hepsan, rewşa mehkûmên nexweş dijwar e.
Ev serê çendakî ye tê rojevê ku li hepsan, rewşa mehkûmên nexweş dijwar e. Hikûmet û wezareta edaletê, guh nadin gazî û tepkîyan. Mehkûmên nexweş bi halê wanî xerab dihêlin.
Yasîn Demîr 13 sal e ku girtiye. Pey pêvajoya 28ê Sibatê, ji ber fealiyetên xwe yên Îslamî hat girtin û bi cizayê muebbeta girankirî hatiye cizakirin. Di hepsan de bi nexweşiya hepatît Bya kronîk û enfeksiyana superê ya deltayê ketiye. Der heqê nexweşiyên wî de, gelek saziyên tendurustiyê rapor danê. Niha li hepsa Sîncanê ya tîpa Fyê, di odekê de bi tenê dimîne û roj bi roj dihele.
Hat îddîakirin ku ji ber dîndariya wî, nexweşxaneya Numuneyê û saziya tibba edlî ji bo tehliyekirina wî raporê nadinê. Malbata wî gelek caran miracaetî serekcimhûriyê kirine, lê tu kesî ew guhdarî nekirine. Ji bo berdana wî, kampanyaya îmzeyê hat rastkirin. Zeynep Bozdaşa ku kampanyaya îmzeyê da despêkirin wiha beyan kir: “Em dixwazin ji bo rewşa Yasîn Demîr lêkolîneke berfireh û bidîqet bê kirin da ku ji bo rewşa mehkûmên din yên nexweş jî teşebbus bê kirin.”
Her wiha hat diyarkirin ku li hepsa Diyarbekirê ya tîpa Dyê, rewşa tendurustiya Adnan Yalçin û Şemseddîn Kargili yên mehkûm jî dijwar e. Yalçin di serwîsa çavdêriyê de ye û Kargili jî, ji ber rîska heyatê nayê emeliyatkirin. Hat gotin ku her du mehkûmên siyasî, bi qansêrê ketine. Malbata Kargili îfade kir ku hefteyê 2 rojan Şemseddîn Kargili dibin nexweşxaneyê û dîsa dişînin hepsê. Divê bê emeliyatkirin.
Li aliyê din serekcimhûr Abdullah Gul, di heqê mehkûmên nexweş de wiha xeber da: “Ez dixwazim dosyayên mehkûmên nexweş û yên hatibin umrê êxtiyariyê, zû bişînin ba min da ku tiştê li min dikeve bikim.” (Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.