Rewşa Misrê

Rewşa Misrê

Di Leh û Aleyhê Mûrsî De Mîtîng û Protesto Dewam Dikin

Serekcimhûrê Muhammed Mûrsî xwestibû ku hinek pergal û rêkûpêkkirinên qanûnî bên kirin. Van tevgerên Mûrsî yên li ber yargi û edliyê, bû sebebê tepkiyên laîkên dilxwazên Husni Mubarek. Ji ber vê yekê jî ev çend roj e ku li meydana di aleyhê Mûrsî de protesto li dar dixin, digrin ser buroyên Îxwan, agir bera buroyên Îxwan didin û bi mensûbên Îxwan re şer dikin.

Her wiha aligir û dilxwazên Muhammed Mûrsî jî, li bajaran desteka xwe ji Mûrsî re nîşan didin. Berî niha xwestibûn ku mîtînga mîlyonekê rast bikin. Feqet Îxwan ji bo mesele û niqaş gur nebe, niha dev ji vê civînê berda. Di hadîseyan de heta niha 3 kes hatine kuştin, nêzî 300 kes jî birîndar bûne. Polîs bi gaz mudaxela protestovanan dike.

Hat îfade kirin ku mîtîng û protestovan, bi pirranî li Qahîre, Îskenderiye, Îsmaîliye, Suweyş û Port Seîdê tên li dar xistin. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.