Rewşa Misrê
Dilxwazên Mubarek Dixwazên Eskerî Dest Bide Ser Îdareyê
Li Misrê Mehkema Temyîz û Yargitayên ku mensûbên wan ji teref Muhammed Mûrsî ve hatibûn tayîn kirin, xebatên xwe sekinandin. Wezîfedarên mehkema bilind ya Misrê, di dawiya heftê de civîna xwe ya neadetî pêkanîbû û xwestibû ku Mûrsî qirarnama xwe bi paşve vekişîne.
Li meydana Tahrîrê jî, dilxwazên rejîma Mubarek bi polîsan re şer kirin. Dora 5 hezar kes li Tahrîrê Muhammed Mûrsî protesto dikin. Nêzî heftekê ye ku protestoyan li dar dixin.
Li aliyê din hat îfade kirin ku wê piştevanên Mûrsî jî, vê şemiyê mîtîngek mezin li dar bixin. Mensûbên Îxwanê xwestin ku hêzên ewlehiyê, merkezên cemaeta Îxwan biparêzin.
Li gor rapor û xeberan tê îfade kirin ku terefdarên rejîma berê, di tirsa windakirina rant û meqamên xwe de ne. Lewra îmkanên di destê hakimên Misrê de însan dixe heyretê. Yargi li Misrê mîna çewligên hakimane. Yargiçek dikare ji eşîran xwe 10 kesan mîna hakim, sewcî û musteşar tayîn bike. Meaşên van her sê grûban, bi kêmanî 25 hezar lîrayê Misrê ye yanî zêdetirî 4 hezar dolar e. Mesaîya wan jî wiha ye: Heftê rojekê yan jî mehê heftekê dixebitin. Diçin welatên xalîcê û li wir bi 20 hezar dolar meaşî dixebitin. Yanî kêf kêfa wan e. Li memleket jî qadroyên xwe mihefeze dikin. Helbûkî li Misrê bi deh hezaran dosya, bi salan e ku li hêviya qiraran e. Hinek dozên araziyan zêdetirî 20 salan dewam dikin. Di dewra Mubarek de xwendekarên ku fakulteyek qezenc nedikirin, bi pûanên hindik diçûn fakulteyên hiqûqê û aqademiyên polîsiyê. Ev jî hîla hakim û yargiçan bû, zarokên xwe û kesên dixwestin bi wan didan qezenckirin. Ji ber van yekan, yargiya Misrê, li ber kirinên Mûrsî disekine. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.