Rewşa Sûrî
Li Şamê Şer Berdwam e
Operasyona ku Muxalif bi Wolkana Şamê bi nav dikin kete roja çara, lê hikûmet dibê ji alî muxalifan tu êrîşên bi şiddet nîn in.
Muxalifên Sûrîyeyê beyan kirin ku şerên ku do dest pê kirine şev tevî dewam kirine.
Li gor xeberên ji herêmê tên baregeheke leşkerî a nêzê Serekatiyê dişewite. Lê belê rayedarên Sûrî êrîşên muxalîfan yên bi şiddet red dikin.
Li gor ajansekê li meydana Sabaa Behrat ku Banka Merkez lê ye dengê silahên otomatîk hatine. Ajansa fermî a Sûrî jî îddîa kir ku: Muxalif ji herêma Nehr ‘Aîşe têne vekişandin bi bal Mîdanê ve.
Di operasyonên ku ji alî muxalifan ve Wolkana Şamê û Zelzela Şamê hatine navdan de artêş sîlahên giran bikartîne.
Albay Qasim Se’deddîn li Biryargeha Artêşa Azad a Sûrî a li Himisê beyanatek da û go: “Ji bo xilasiya Şamê mucadele destpê kir. Ji bo em Şamê bi dest xin planeke me ya amade heye. Ji bo suprîzan amade bin. Heya patext azad be ewê berxwedan bidome.”
Dîsa li gor xeberên dawî ku ji Sûrî hatine Di se’etên nîvro de êrîşeke bi bombe hatiye kirin. Di êrîşê de Wezîrê Dîfa’ê û Sererkanê berê a Artêşa Sûrî Dawûd Rajîha hat kuştin. Ev xeber bi awayê fermî jî rast hat deranîn. Televizyona El Menarê jî xebera kuştina Asaf Şewket ku alîkarê wezîrê Dîfa’ê ê zavê Esad bû da. Li gor hatiye hînkirin êrîş di se’etên nîvro de dema civîna wezîr û rayedarên ewlehiyê hatiye kirin. Di heman êrîşê de serekê îstîxbarata Esad jî bi awayekî giran birîndar ketiye.
Di hêla dî de li bajarên wek Himis, Hema û Der’ayê jî şer didomin. Di hêla dî de ajansa Anadolê diyar kir ku general û çar albay jî tê de 864 kes iltîcayê Tirkiyê kirine. Li bor beyanata Afadê jimara welatiyên Sûrî yên ku hatine Tirkiye gihaye 42 hezar û 682 kesî. Ji bo multeciyan li Karkamişa ‘Entabê jî bajarekî çadir tê avakirin. Di kampa nû de dê 10 hezar welatiyên sûrî karibin bimînin.
Milletên Yekbûyî jî beyan kirin ku jimara Multeciyan ji meha Nîsanê vir ve sê qat zêdebûne. Jimara multeciyan heya niha ji 112 hezar kesî bihûriye. Li gor Milletên Yekbûyî jimara Multeciyan li Tirkiye 40 hezar, li Urdun 33 hezar, li Lubnan 30 hezar û li ‘İraqê 8 hezar kes e.
(Muhammed Sebatî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.