Rewşa Sûrîye
Rewşa SûrîyeDi Televizyona Dewletê De Teqîn Qewimî
Li gor me’lûmatên hatine sitendin Li Şamê di avahiya Televizyona Dewletê de Teqîn qewimi ye. Li gor hatiye hînkirin di teqînê de sê kes birîndar ketine. Teqîn di qata sisêya a avahiyê de qewimiye. Li gor beyanata Televizyonê dê televizyona Dewletê dê weşana xwe dewam bike.
Di hêla dî de êrîş û qetli’amên hêzên Esed jî didomin. Li gor hatiye hînkirin di êrîşên dawî de ku li Hema, Humus û Şamê hatine kirin. Zêdeyê sed kesî hatine kuştin. Di nav kesên hatine kuştin de qismek mezin sivîlin.
Li Hemayê jî şerê navbera artêşa Azad a Sûrîye û artêşa Esed de jî bi şiddettir dibe. Di hêla dî de li gor hat îddîa kirin serekwezîrê Esed Riyad Hîcab û malbata xwe jî reviyane û beşdarê muxalifan bûne. Li gor îddîaki dî jî Esed wezîrên wî yên ku dixwazin beşdarê muxalifa bibin dikuje.
(Muhammed Sebatî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.