Rewşa Sûrıye

Rewşa Sûrıye

Xeberan dan zanîn ku li Sûriye şer dewam e lê mûxalîf bipêşve diçin, li hinek deveran şahiya zeferê dikin

 Rewşa Sûrıye
MUXALÎF BIPÊŞVE DIÇIN, HÊZÊN ESED WINDA DIKIN

Xeberan dan zanîn ku li Sûriye şer dewam e lê mûxalîf bipêşve diçin, li hinek deveran şahiya zeferê dikin. Di hinek dîmenan de vê zefer tê nîşandan. Hat gotin ku li rojhilata Şamê li Zimîrê, muxalîfan cebilxaneke mezin bidest xistine. Gelek sîlehên giran û muhîmmatê eskeriyê, di cebilxanê de hene.

Di dîmenan de li Îdlîbê, hesîrgirtina eskerekî Esed jî xuya dibe. Dîsa li Îdlîbê, muxalîf tanqekê bidest dixin û di nav bajêr de tûr davêjin, millet jî bi kêf pêşwaziya wan dike.

Li aliyê din, teşkîlata Dewletên Yekbuyî ji bo Sûriye, sefîrê xwe yê nû tayîn kir. Piştî vê mehê, di şûna Kofî Annan de, wê Laxdar Îbrahîmî dest bi wezîfê bike. Îbrahîmî, wezîrê karên derve yê Cezayîr yê kevn e.

Kofî Annan dabû zanîn ku planê wî, ji ber di konseya ewlehiyê ya teşkîlatê de yekfikrî tuneye, neketiye pratîkê, ji ber vê yekê jî dev ji wezîfa xwe berda bû.

Wezirê karên derve Ahmet Davutoğlu jî, bi wezirê karên derve yê Fransa re hevdîtin pêk anî. Pîşti hevdîtinê Davutoğlu û Laurent Fabius, bihevre civîna medyayê lidarxistin. Davutoglu got ku di 30ê tebaxê de, li teşkîlata dewletên yekbuyî, di asta wezîran de, wê civên bê kirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.