Rewşa Sûrîye

Rewşa Sûrîye

Li Sûriyê şerê navbera hêzên Esed û şoreşvanan bi tevî şîddeta xwe didome. Hêzên Eseda herêma Henano a Helebê ku nêzî sînorê Tirkiyê ye bombebaran kir.

Li Sûriyê şerê navbera hêzên Esed û şoreşvanan bi tevî şîddeta xwe didome.  Hêzên Eseda herêma Henano a Helebê ku nêzî sînorê Tirkiyê ye bombebaran kir.

Pey bombebaranê gelek kes hatin rakirin Nexweşxaneyên der û dor. Di dema êrîşê de hinek wasîte şewitîn û ketin halekî ku êdî nabe bên bikaranîn.

Di dema êrîşê de tirs û gengeşiya ku derket bi telefonên mobaîl hat qeyd kirin.

Şoreşvanên Sûriyeyê beyan kirin ku; di operasyonên artêşa esed de bi dehan kes can dane.

Di hêla dî de hat beyan kirin ku muxalifan teyareke şer yê Esed xistiye.

Ji bilî van êrîşan hêzên esed bi teyarên şer êrîşê Gutaya Rojhilat a bi payitext Şamê ve girêdayî ye jî kirin. Muxalifan beyan kirin herêmên Mudamiye, Arbîn Dareya, Hamûriye, Yelda û Yebrûdê jî ji alî hêzên Esed ve bi roket û topan êrîş dîtiye.

Muxalîfan dîsa beyan kirin ku hêzên Esed bi fûzeyên Scud jî êrîşên xwe didomîne. Di navbera şoreşvan û hêzên Esed re li bajarên Dareya, Haresta û Yermûkê şer bi tevî şîddeta xwe dewam dike.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.