Rêxistina Teqîpkirina Mafên Însanî: îsraîl, li Xezze û Libnanê fosfora sipî şixuland

Rêxistina Teqîpkirina Mafên Însanî: îsraîl, li Xezze û Libnanê fosfora sipî şixuland

Rêxistina Teqîpkirina Mafên Însanî, rejîma îşxalker a sîyonîst li Libnan û Xezzeyê bi şixulandina fosfora sipî sûcdar kir.

Rêxistina Teqîpkirina Mafên Însanî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de weha got, “Şixulandina fosfora sipî ya li Xezzeya ku ji herêmên ku di dinyayê de nifûsa herî zêde ye, rîska li dijî sîvîlan mezin dike û hiqûqa însanî ya navneteweyî îxlal dike.”

Rêxistina Teqîpkirina Mafên Însanî, weha destnîşan kir, “Li Libnanê di 10ê Cotmehê de, li Xezzeyê jî di 11ê Cotmehê de vîdeoyên ku hatine kişandin hatine rastkirin û ev vîdeoyan nîşan didin ku li Xezze û Libnanê fosfora sipî hatîye şixulandin.”

Rêxistin, diyar kir ku çek û bombeyên ewakî di sîvîlan de dibe sedema birînên kur û dirêj. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.