Rêya Erdexan-Şavşatê ji çûnûhatinê re hat vekirin

Rêya Erdexan-Şavşatê ji çûnûhatinê re hat vekirin

Rêya Erdexan-Şavşatê ku Erdexanê bi Behra Reş ve girêdide, bi xebata tîmên micadeleya berfê ji çûnûhatinê re hat vekirin.

Barîna berfê li deverên bilind ên Erdexanê bû sedema astengkirina çûnûhatinê.

Li Derbasa Sahara ya Rêya Erdexan-Şavşatê di çûnûhatinê de astengî derket.

Hat îfadekirin xebatên micadeleya li dijî berfê ku ji bo vekirina rêya çûnûhatinê dabûn destpêkirin bi dawî bûn.

Di encama xebata ekîban de rê ji çûnûhatinê re hat vekirin.

Midûrê Şaxa 183yemîn a Rêyayan ji ajokaran xwest ku li ser rêya ku berf û bager li cihên bilind bi bandor e hişyar bin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.