Rêya Gola Nemrûdê vebû

Rêya Gola Nemrûdê vebû

Li Bêdlîsê rêya Gola Nemrûdê yê ku ji ber berfê hatibû girtin bi xebatên rê vekirinê bi temamî vebû.

Naîl Aşîtê Şefa Şantîye yê Navenda Bêdlîsê derheqê xebatan de destnîşan kir ku ew bi tevî 2 erebeyên kar micadele kirine û di encama xebatên xwe de rêya Gola Nemrûdê vekirin û kirin bin xizmeta xelqê û geştyarîyê.

Aşît derheqê xebatan de daxuyanî da û weha got, “Em di sezona 2021-2022yan de ji bona ku rêya Gola Nemdûrê bê vekirin doh dest bi xebatan kirin. Em ê îro jî bi îzna Xwedê bighêjin golê. Em heta îro bi tevî 10 avahîya înşeatên cuda, 50 erebeyên kar û 75 personelan nêzê 30 hezarî rê vekir. Ev jî ji bona me kilfetek mezin bû. Em heta niha di encama van xebatan de 700 hezar lître mazotê şewitand.”

Aşît di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku malîyeta micadeleya bi berfê ji wan re bû ye 25 milyon TLyî û di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em ji doh de ji bona ku rêya Gola Nemrûdê yê ku di nav sînora Tetwan û Ehlatê ye bê vekirin dixebitin. Em îro di seatên serê sibê de cardin dest bi xebatên xwe kir. Em ê îro jî heta seatên êvarê bighêjin gola nemrûdê. Em ê rê ji bona xizmeta geştyarîya xelqê xwe vebikin. Malîyeta micadeleya me ya bi berfê heta niha 25 milyon TL ye. Ez ji hevalên xwe yên ku şev û rojên xwe kirine yek sipasî dikim. Bê qeza û bê bela me sezanek derbas kir. Em ê bi îzna Xwedê îro jî vê rê vebikin û sezona xwe dawî bikin.” (ÎLKHA)
https://youtu.be/0Jvi0rgZzhI

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.