Rîsala Nûr Êdî Bi Zimanê Çîn Jî Heye

Rîsala Nûr Êdî Bi Zimanê Çîn Jî Heye

Rîsala Nûr Bi Çînî Jî Tê Wergerandin

Mala Xweda ava, Rîsala Nûr êdî bi zimanê Çînî jî peyda dibe. Li gor xeberan hat diyar kirin ku Rîsala Nûr bi Çînî jî tê wergerandin.

Ji teref weşanxanekê, bi xebata heyeta tercumekirinê, Rîsala Ustad Bedîuzzeman, ji bo milyarek û nîv însan tê wergerandin. Heyetê di hukmê çend salan de, Rîsala Tebîetê, Peyvên Biçûk û Mûcîzatê Ehmediye, wergerand zimanê Çînê.

Heyeta tercumekirinê derbarê xebata xwe de wiha got “Em dixwazin heqîqetê Quran û îmanê, ji bo milyarek û nîv însanan jî bên eşkere kirin. Heta niha me 3 rîsale wergerandine. Înşallah emê hemî Rîsalê wergerînin zimanê Çînê. Di van demên dawî de, têkiliyên navbera Tirkiye û Çînê de, bipêşve diçin. Em dixwazin van têkilî, di seha çand û maneviyatê de jî bipêşve bikevin.” (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.