Roboskî, Dewlet Şaşkoloskî
Sersewcîtiya cimhûriyetê ya Diyarbekirê bi qirara xwe ya bêwezîfetiyê, dosya û doza qetlîam û komkujiya Roboskiyê, ji ser milên xwe avêt, ji stûyê xwe derxist, xwe jê filitand û dosyayê hewaleyê sewcîtiya eskeriya ku bi teyare û fuzeyên xwe êrîşa bombardi
Sersewcîtiya cimhûriyetê ya Diyarbekirê bi qirara xwe ya bêwezîfetiyê, dosya û doza qetlîam û komkujiya Roboskiyê, ji ser milên xwe avêt, ji stûyê xwe derxist, xwe jê filitand û dosyayê hewaleyê sewcîtiya eskeriya ku bi teyare û fuzeyên xwe êrîşa bombardima Roboskiyê pêk anîbû kir.
Millet, saziyên sivîl, baro, hiqûqnas û parêzer ji vê xemsarî, kerr û kor û lalbûniyê re tepkî nîşan didin. Salek û nîv bi ser vê qetlîamê ket, lê hê bi qasî bihostekê jî, di doz û lêpirsînê de tu bipêşketin çênebûye.
Parêzer Ebdulğanî Orhan ji bo dosya qetlîama Roboskiyê, tepkiyên xwe diyar kir û wiha got “Sersewcîtiya Diyarbekir, dosyayê sewkî sewcîtiya eskeriyê kir. Bi vî awayî gavên ewil hatin avêtin ku dosya têkeve nav yên failên wan meçhûl. Roboskî tê gotin, qetlîam tê hiş. Mixabin heta niha xelk û qamûyê belasebeb ewiqandin. Bila bê zanîn ku sewcîtiya eskerî û sivîl, çi bikin jî, ew ê ev qetlîam qet neyê veşartin.”
Hinekan tewr û helwesta hikûmet û eskeriyê tenkît kir û wiha got “Mezlûm e Roboskî, lê dewlet û hikûmet bi tevgerên xwe bûne vajî û şaş koloskî”
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.