“Rohîngya bi artêşekî harbûyî re rû bi rû maye”

“Rohîngya bi artêşekî harbûyî re rû bi rû maye”

NAVENDA NÛÇEYAN - Dokumanên di derbarê qetilkirina wehşiyane yên Mislimanên Arakanê ya ku ji teref hêzên leşkerî û çeteyên Dewleta Myanmara Budîst ve pêk tê di rapora Rêxistina Şopandina Mafên Însanan de jî hat dîtin.

Rêxistina Şopandina Mafên Însanan (HRW) ya ku navenda wê li New Yorkê ye di derbarê qetilkirina Mislimanên Arakanê (Rohîngya) ya ku ji teref hêz û çeteyên Dewleta Myanmara (Burma) Budîst ve tê kirin û êrîşa wek tecawûz û qundaxkirin de raporek weşand.

Di raporê de hat diyarkirin ku leşkerê Burmayê wek wehşiyane dest bi qundaxkirin, kuştin û tecawîzê li dijî Mislimanên Rohîngyayê kiriye. Penaberên ku di heyamekî nêzîk de ji qetlîaman revîne ji Rêxistina Şopandina Mafên Însanan (HRW) daxuyanî dan. Penaberan diyar kirin ku leşkerên Myanmarê tecawûzê nifûsa Rohîngyayê dikin û wan qetil dikin.

Di raporê de ji bo ku qetlîam werin rawestandin û alîkarî li wan were kirin bangewazî hat kirin. Dûvre wiha hat destnîşamnkirin: “Hikûmeta Burma divê demildest hemî têgihiştinên herêman veke da ku xwarin, avahî, tendirustî û mihtaciyên din werin temînkirin. Dawî li siîstimalan were û zext li rêvebirên leşkerî û siwîl were da ku dawî li van yekan were.”

Dîrektorê Rêxistina Şopandina Mafên Însanan yê Asyayê Brad Adams diyar kir ku Mislimanên Rohîngyayê bi artêşekî harbûyî re rû bi rû mane. Dûvre Adams wiha pê de çû: “Hikûmeta Burmayê diyar dike ku ew ji ber tehdîta ewlehiyê vê yekê dike. Lê bi tecawûzkirina li pîrek û zarokan û kuştina wan kîjan ewlehiyê pêk tîne?”

Rêxistina Şopandina Mahîn Însanan bi sedan penaberên ku ji Rohîngya koçê Bangladeşê kirine re hevdîtin kir. Di vîdyoyan de tê diyarkirin ku leşkerên Burmayê di ser malên nişteciyên Rohîngyayê de girtine, çek bikar anîne, qundax kirine û dûvre wan dişewitînin û di serî de malbatan gundiyan dikujin û tecawûzê jin û zarokan dikin.”

Tecawûzê pîrekan dikin dûvre wan dikujin

Kasimê 26 salî yê ku li Bangladeş sitiriye wiha qala Gundê Kyet Yoe Pyînê ku wek Kari Paraung jî tê zanîn çawa leşkeran di ser de girtine dike: “Leşker hatin gund û kî hat beriya wan li wan dan. Pîr û kal û zarok hatin kuştin. Gelek kes mirin. Leşkeran ji porên pîrekan girtin û bi zorî wan derxistin derve. Cil û bergên pîrekan çiritandin û pê li sitûyên wan kirin. Di holê de tecawûzê wan kirin.”

Jamalê 24 salî yê ji heman gundê wiha qala Shukura 55 salî kir ku çawa leşkeran wî girtine kir: “Min dît ku Shukur ji teref 4 leşkeran ve hat girtin. Dûvre min dît wî dirêjê erdê kirin û bi kêrekî 1,5 wî qetil kirin.”

Zarok hatin qetilkirin dûvre hatin şewitandin

Javadê 23 salî ya ji nişteciyê Gundê Dar Gyî Zar jî diyar kir ku leşker çawa têketine nav gund gule berdane. Dûvre Javad wiha pê de çû: “Ji xwe zarokan jî cuda nekirin.” Dûvre destnîşan kir ku leşkeran kek û û 2 zarokên wî kuştine û dûvre wan avêtine nav agirê. Her wiha Javad diyar kir ji bo ku zeviyan nedirûn şewitandine.

Roportorê Burmayê yê NYyê Yanghee Lee jî destnîşan kir ku Hikumeta Burmayê biryarên BMGK pêk neaniye. Dûvre wiha pê de çû: “Bi biryara ku ji teref Lijneya Giştî Neteweyiyên Yekbûyî (BMGK) ve hat di Berfanbara 2015an de hat dayîn Hikûmeta Burmayê di derbarê misaddayîna Konseya Ewlehiya NYyê a ku buroyekî vekin û teahutan pêk bînin de ser nekeft. Yanghee Lee di meha Tebaxa 2016an de daxuyanî dabû. Di daxuyaniyê de qala pirsgirêkên wek ‘hikûmet rû bi rû maye kir û destnîşan kir ku dê piştgirî bide hikûmetê.’ Pêwîst e ku hikûmeta Burmayê demildest rêvebirên NYyê, meqamên mafên însanan a NYyê da’wet bike da ku hemî suîstîmalên terefan lêpirsîn bikinû eşkere bikin.”

Roja 16ê Berfanbarê Komîserê Bilind ê Mafên Însanan ê NYyê Zeîd Ra'ad Al Huseyîn wiha destnîşan kir: “Derew tên dûbarekirin, mafên însanan tên îhlalkirin û sûcên ku tên kirin nayên qebûlkirin. Dihat plankirin ku li Rakhîneyê nêrîhgehekî serbixwe were vekirin. Lê ev yek wek neyînî bi encam bû. Ev yek jî berpirsyariyên di bergeha hiqûqên mafên însanan ên navneteweyî ji holê radike û deriya pêkanîna sûcên tûndî vedike.”

Di beşekî din a raporê de wiha hat diyarkirin: “Operasyonên ku wek leşkerî didome li ser nifûsên mehelî zêde bandor dihêle. Rêvebiran ji 9ê Cotmehê pê ve bajarê Maungdawê ya ku deriyê wê vedibe dinê azadiya gerîna serbest , alîkarên însanî asteng kir. Destûr nehat dayîn ku rojnamevan û parêzvanên mafên însanan biçin wê herêmê.Bi hezaran însan ji malên xwe bûn.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.