Roja Hîcabê Ya Cîhanê
Bi amanca ku li seranserê cîhanê, bal bê kişandin ser hîcab û sernixumandina jinan û ji hîcabê re destek bê nîşandan, bi teşebbusa Nazma Xan ya ku li Emrîka dijî û musluman e, yekê Sibatê “Roja Hîcabê Ya Cîhanê” hatiye îlankirin.
Bi amanca ku li seranserê cîhanê, bal bê kişandin ser hîcab û sernixumandina jinan û ji hîcabê re destek bê nîşandan, bi teşebbusa Nazma Xan ya ku li Emrîka dijî û musluman e, yekê Sibatê “Roja Hîcabê Ya Cîhanê” hatiye îlankirin. Ji ber vê yekê di yekê Sibatê de, li 50 welatan qîz û jinên musluman û nemusluman, hîcab avêtin serê xwe.
Nazma Xan wiha got “Ji bo bidawîkirina cûdatiya ku jinên sernixumandî dibînin, tenê rê, divê ku jinên din jî vê ya biceribînin. Ez li Newyorkê mezin bûm. Ji ber sernixumandina xwe, ez marûzî gelek cûdatiyan bûm. Li mekteba navîn ez bûm Batman û Nînja. Gava min dest bi zanîngehê kir, hadîseya 11ê îlonê qewimî. Di unîversîteyê de ji min re digotin terorîst û Ûsame Bîn Ladîn. Gelekî zor bû.”
Hat gotin ku bi sebeb roja hîcabê ya cîhanê, gelek kesên ku serê xwe nixumandine, li ser medyaya sosyalê fikr û hîssiyatên xwe parve kirin. Da zanîn ku hîcab rihet û baş e lê ji teref hinek însanan ve jê re tepkiyên bêsebeb tên nîşandan.
bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.