Roja piştî hilbijartinê dibistan hatin  tatîlkirin

Roja piştî hilbijartinê dibistan hatin tatîlkirin

Ji ber hilbijartina mehellî di 1ê Nîsanê de dibistan hatin tetîlkirin.

Di nivîsa ku ji teref Wezareta Perwerdehî ya Netewî ve ji walîtîyan re hat şandin de, bal hat kişandin ku sazîyên perwerdehîyê, ji bona ku hilbijartina Mehellî ya îdarî bê lidarxistin amade ne.

Di nivîsa wezaretê de weha hat gotin:

“Ji ber taybetîya hilbijartinê, jimartina rayan heta seatên dereng dawî dibe, ev rewş jî mekteban ji bona ku di heman rojê de bêne amadekirin asteng dike.

Ji ber vê yekê sazîyên perwerdehîyê yên ku girêdayê Wezareta me ne, ji bona ku ji perwerdehî û hînkirinê re bêne amadekirin 1ê Nîsana 2024an roja Duşemê hatîye tetîlkirin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.