Roja Yekşemê dawîya bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” wê li Dîyarbekirê bê kirin

Roja Yekşemê dawîya bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” wê li Dîyarbekirê bê kirin

Dawîya bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” ya ku her sal ji teref Platforma Nesla Quranê ve tê tertîpkirin ew ê vê Yekşemê li Dîyarbekirê bê kirin.

Platforma Nesla Quranê ya ku ji zarokên ku ‘emrên wan di navbera 7-10 salî de ne re perwerdehîya nimêjê dide, piştî hînkirina nimêjê ji zarokan re, ji zarok û malbatên wan re beranmeyeke bi navê “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” tertîp dike.

Şerîf Kaçanê Koordînatorê Bajar a Dîyarbekir yê Platforma Nesla Quranê, derheqê bernameyê de axivî, derheqê armanca tertîpkirina ev bername û perwerdehîyê de jî agahîyan da.

Kaçan di axavtina xwe de weha got, “Bi îzna Xwedê em ê di 25ê Îlonê roja Yekşemê li cihê Hezretî Suleyman de bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” tertîp bikin. Em bi Platforma Nesla Quranê her sal li gelek bajar û navçeyên Tirkîyeyê ji zarokên ku di navbera 7-10 salî de ne re perwerdehîya nimêjê didin û derheqê vê perwerdehîyê de jî em ê dawîya bernameyê bikin.”

“Bi deh hezaran zarokên me hînê nimêjê û evdîtîya ji Xwedê re hîn bûn”

Kaçan di berdewama axavtina xwe de qala armanca ev bernameyê kir û weha got, “Wek ku tê zanîn Pêxemberê me silav û selat li ser wî be weha dibêje ‘di ‘emrê 7an de zarokên xwe hînê nimêjê bikin’ Em jî bi armanca ev bernameyê dixwazin ku ji zarokên xwe re hêj di ‘emrên xwe yên 7 salî de wan hînê nimêjê bikin, wan hînê evdîtîya ji Xwedê re bikin û wan ji pîsîtîyên ku di vê demê de hene mihafeze bikin û wan bikin nav qeleya nimêzê, bi vê şeklê jî nesla xwe biparêzên. Me bi vê minasebetê bi van bernameyên ku tertîp kir ve gelek semereyan bidestxist. Bi hezaran dibe jî ku bi deh hezaran zarokên me hînê nimêjê û evdîtîya ji Xwedê re bûne. Ew ê bi îzna Xwedê ji vê pê ve jî bernameyên wek ewakî bidome.”

Kaçan di berdewama axavtina xwe de derheqê bernameyê de jî agahîyan da û ji bernameya ku bê tertîpkirin re jî hemû Dîyarbekirîyan dawet kir.

Kaçan di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em ê ji vê bernameya ku tertîp bikin re bi gotinê ew ê herî xweşik yanê bi Quranê dest pê bikin û bibereket bikin. Dûre ew ê zarokên me nimêjê bikin, sertîfîkayan bistînin û îlahîyan bibêjin. Bi vê şeklê em dixwazin ku bila ev exlaqa xweşik ya ku zarokên me bidestxistine, bila zarokên dinê û malbatên me jî bibînin û hîn bibin. Ji ber vê yekê em hemû Dîyarbekirîyan roja Yekşemê di seat 16.00an de dawetê bernameya ku ew ê li Hezretî Suleyman bê tertîpkirin dikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler