Roja Zarokên Filistînî
Bi minasebeta 5ê Nîsana Roja Zarokên Filistînî, li Ğezzeyê çalakiyek hat lidarxistin
Bi minasebeta 5ê Nîsana Roja Zarokên Filistînî, li Ğezzeyê çalakiyek hat lidarxistin. Bername ji aliyê Hamasê ve hat organîzekirin.
Bi sedan zarok, li meydana el Kûteybeyê civiyan. Zarokan ji bo rakirina ambargoya Îsraîl û vekirina deriyê Refahê panqart hilgirtin.
Serokê komîteya mîllî ya ji bo şikandina ambargoyê Hemdî Şaes wiha got: “Em vê rojê ji bona bal bikşînin ser zehmetên ku zarokên Filistînî marûz dibin li dar dixin.” Şaes gazî alema navneteweyî kir ku ji bo xerakirina ambargoyê û bidawîbûna zehmetiya zarokên Filistînî bixebite.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.