Rojava Bi Tehrîkarî Dijmintiya Quran û Pêxember Dike

Rojava Bi Tehrîkarî Dijmintiya Quran û Pêxember Dike

Van salên paşîn, welatên rojava, di gelek dewran de û bi gelek şeklî dijmintiya Îslam û Pêxemberan dikin, xisûsen jî dijminahiya Quran û pêxemberê me dikin.

Van salên paşîn, welatên rojava, di gelek dewran de û bi gelek şeklî dijmintiya Îslam û Pêxemberan dikin, xisûsen jî dijminahiya Quran û pêxemberê me dikin. Van dijminahiya wan, êdî ketiye şeklê tehrîkarî.

Ewilî rezîlekî bi qarîqatoran, dûre hinek bêbextan bi fîlmekê, niha jî kovarek bi çîrokên xêzikî heqaretî pêxemberê me dike. Kovara Çarlî Hebdoya Frensayî, berî niha di 19ê Îlonê de bi qarîqatoran xwestibû heqaretê li Resûlûllah bike. Muslumana tepkî nîşan dabûn. Kovara han niha jî dixwaze bi çîrokên xêzikî heqaretên xwe dewam bike.

Hinek îddîa dikin ku kovara Çarlî Hebdo, ji bo zêde bê firotin radibe heqaretî qûdsiyetan dike. Lê esil sebeb ew e ku alema rojava dev ji dijmintiya Îslamê bernade. Ev dijminahî jê re bûye nexweşiya Îslamofobî.

Lê belê çawa muşrîk û giregirên Mekkê, di wê dewrê de li pêxemberê xelasiya însaniyetê, mehbûbê aleman û ummetê heqaret kirin û helaq bûn, ketin dereka esfele safilînê, niha heqaretkarên bêbext jî, wê rezîl û xusran bibin.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.