RTD: Ji sedî 99ê nexweşiyên hariyê ji ber kûçikên bêxwedî ne

RTD: Ji sedî 99ê nexweşiyên hariyê ji ber kûçikên bêxwedî ne

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) ku li ser kûçikên bêdestûr ên ku bûne pirsgirêkeke kronîk lêkolînek kir, diyar kir ku ji sedî 99ê nexweşiyên hariyê ji ber kûçikên bêxwedî ne.

Berdevka Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê Margaret Harrîs, bal kişand ser lêkolînek li ser bûyerên hariyê, têkildarî lênihêrîna kûçikên bêxwedî û nexweşiyên wekî hariyê nirxandinek kir.

Harrîs diyar kir ku divê nufûsa kûçikan bên derzîkirin û destnîşan kir ku îhtîmal heye ku ji ber jiyana bi hev re hin nexweşî bi taybetî jî harî ji kûçikan derbasî mirovan dibin.

Harrîs got, "Ji sedî 99ê bûyerên hariyê bi rêya veguhestina ji kûçikan ji mirovan re çêdibe. Ji ber vê yekê girîng e ku meriv li ser nifûsa kûçikên bêxwedî xwedî derkeve û derzî kirina wan were kirin. Hin welat serî li kuştinê (di xew de) didin ev jî ne bibandor e. Ger hûn dixwazin hejmara kûçikên bêxwedî kêm bikin Hûn dikarin bi xizmetên xwe yên beytarî re têkilî daynin, lê ya herî girîng derzîlêdana nexweşiyên ku dikarin bi mirovan re werin veguheztin e.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.