Rûhanî bersiv da daxuyaniyên Trump

Rûhanî bersiv da daxuyaniyên Trump

Serokkomarê ÎranêHesen Rûhanî bersiv da daxuyaniyên Trump ên derheqêÎranê de.

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi daxuyaniya ku dabû derheqê Îranê de gelek îddîayên dijwar anîn zimên û  Mihafizên Şoreşê têxiste hedefa xwe. Piştî van gotin û xeberadanên  Trump, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî bersiv da îtham û îddîayên Trump.

Rûhanî di daxuyaniya ku di bernameya zindî ya televîyonê da de destnîşan kir ew gotinên Trump ên derheqê Îranê de ji îtham û sihêvan pê ve ne tu tişt in, bila  Trump dîrokê bîxwîne û hînî  edep, exlaq û kevneşopiyên navneteweyî û dinyayê bibe.

 “Ev peymaneke du alî ya ku di navbera Îran û Amerîkayê de hatiye kirin nîne”

Rûhanî  derheqê gotinên Trump ên ku derheqê peymana ku berî niha hatibû îmzekirin de gotibûn de nirxandinan kir û wiha got: “ Peyman di Yekîtiya Neteweyan de hat îmzekirin, Trump çawa dikare derheqê peymaneke di bin çavdêriya NYyê de hatiye îmzakirin de wilo xeber bide.  Serokkomarek bi tena serê xwe ma dikare peymanê biqetîne û xera bike? Ev peymaneke du alî ya ku di navbera Îran û Amerîkayê de hatiye kirin nîne ku li gor dilê xwe hereket bikin.”

Rûhanî derheqê Mihafizên Şoreşê de jî diyar kir  ew her tim li ba xelkê ne  û ew ê ev yek berdewam bike.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.