Rûsya çû serdana Qatarê
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ziyareteke dîrokî û stratejîk li Qatarê kir.
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ziyareteke dîrokî û stratejîk li Qatarê kir, hat diyarkirin ew ê di ziyareta ku bê kirin de peymanên hevkariyê yên di warê eskerî-teknîkî de bên îmzekirin. Bi vê ziyareta ku tê kirin Şoygu bû Wezîrê Parastinê yê ewil ê Rûsyayê yê ku Qatarê ziyaret dike.
İgor Konaşenkovê Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê derheqê ziyareta ku hat kirin de destnîşan kir “Ew ê di bergeha hevdîtinê de bi Wezîrê Parastinê yê Qatarê Xalid bîn Muhammed el-Atiyye re di warê leşkerî de û di warê hevkariyên eskerî-teknîkî de hevdîtin bên kirin.”
Hat diyarkirin Şêx Temîm bîn Hamad el Saniyê ku Mîrê Qatarê jî dê Şoyguyî qebûl bike û ew ê di hevdîtinê de mijarên ewlehiyên heremî û kûrewî bên bidestxistin.
Ev ziyaret ji ber ku di pêvajoya qeyrana ku hêj berdewam dike de hat kirin ku ev yek jî balan kişand li ser xwe. Weke ku dê bê bîran welatên Kendavê yên ku rejîma Siûd ji wan re pêşîvantî dikir îddîa kiribûn ku Qatar “destekê dide terorîzmê” û di meha hazîranê de temamê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Qatarê re birîbûn.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.