Rusya êrîşî Îdlîbê kir: 3 jê zarok 5 sîvîl hatin qetilkirin

Rusya êrîşî Îdlîbê kir: 3 jê zarok 5 sîvîl hatin qetilkirin

Hat diyarkirin ku di êrîşa hewayî ya ku balafirên şer ên Rûsyayê li ser Îdlibê pêk anîn de 3 jê zarok 5 sivîl hatin qetilkirin û zarokek jî birîndar bû.

Balafirên şer ên Rûsyayê li dijî bajarokê Armanaz ê Îdlibê êrîşek pêk anîn.

Di êrîşa li ser Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê de ji heman malbatê 3 jê zarok 5 kes mirin û 1 zarok jî birîndar bû.

Hat îfadekirin ku zarokê birîndar rakirin nexweşxaneya derdorê.

Nêzîkî 2 mîlyon sivîlên ku di salên 2017-2020 de ji êrîşan reviyan, ew mecbûr man ku xwe koçî herêmên nêzî sînorê Tirkîyeyê bikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.