Rûsya Hişyarî Da
“Wê Êrîşa Li Îranê Bibe Felaket”
Rûsya hişyarî da ku dewleta terorê Îsraîl yan jî dewleteke din, bernama nukleerê bike hincet û êrîşî Îranê bike, wê li herêmê bibe sebebê felaketê.
Alîkarê wezîrê karên derve Sergey Rabkov, ji ajansa xeber a Rûs Înterfaksê re beyan kir. Di beyana xwe de wiha got “Eger îsraîl yan jî dewleteke din bi hinceta bernama nukleerê êrîşî Îranê bike, wê li herêmê bibe sebebê felaketê. Wê tesîra vê felaketê bi herêmê tenê jî nemîne. Bikaranîna hêz û qûwetê, wê ji bo rojhilata navîn sebebê felaketê be. Em dewletên ku dixwazin meselê bi riya eskeriyê çareser bikin îqaz dikin. Êrîşa eskerî di derbarê ekonomî û ewlehiyê de wê şoqbûnê çêke û wê îstîkrara herêmê xerabike. Wê tesîra vê felaketê bi herêmê tenê jî nemîne.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.