Rusya Niha Jî Teyarên Herbê Dişîne

Rusya Niha Jî Teyarên Herbê Dişîne

Rûsya piştî fuzeyên S-300î, niha jî hewl dike ku 10 teyarên herbê bifiroşe Sûriyeyê.

Rûsya piştî fuzeyên S-300î, niha jî hewl dike ku 10 teyarên herbê bifiroşe Sûriyeyê. Midûrê giştî yê şîrketa MIGa ku teyarên herbê û helîkopteran çêdike Sergey Korotkov da zanîn ku, ji Şamê heyetek çûye Moskovayê. Midûrê MIGê beyan kir ku, wê Sûriye zêdetirî 10 firokên herbê bikire.

Rûsyayê berî niha îfade kiribû ku, wê bi Sûriyê re ji bo firotina sîlehan peymaneke din çê neke. Tê texmînkirin ku wê firotina van teyaran di çarçova peymana di meriyetê de pêk bê. Beşar Esad di televîzyoan el Menarê de beyan kiribû ku, sewkiyata ewil ya fuzeyên S-300î dest pê kiriye.

Ev serê du salan e ku di herba Sûriyê de zêdetirî 100 hezar kes hatine kuştin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.