Rûsya Tetbîqateke Mezin Li Dar Dixe
Rûsya, piştî parçebûna Yêkîtiya Sowyetan, tatbîqata herî mezin li dar dixe. Rûsyayê, li behra Reş û behra Sipî, dest bi tatbîqateke fireh kir
Rûsya, piştî parçebûna Yêkîtiya Sowyetan, tatbîqata herî mezin li dar dixe. Rûsyayê, li behra Reş û behra Sipî, dest bi tatbîqateke fireh kir. Qismek tatbîqatê jî, li nêzî Sûriyê wê bê kirin. Di tatbîqatê de zêdetirî 20 gemiyên şer û hinekên dewriye, alîkarî û lojîstîkê jî cîh digrin.
Wê tatbîqat, heta 29ê mehê bidome. Hat gotin ku wê di tetbîqatê de, manewra ya li ber noqavan, teqandina moşek û topan, bên ceribandin. Digel gemiyên şer, hêzên hewayê jî tevli vê ceribandinê dibin.
Wezareta Parastinê ya Rusyayê diyar kir ku, meqseda tatbîqatê tespîtkirina rewşa yekîtiyên eskerî û xurtirina qoordinasyona navbera yekitiyên cûda ye.
Di beyana wezaretê de hat eşkerekirin ku, wê qismeke tatbîqatê, li Behra Spî li nêzî Sûriyê bê kirin. Rûsya di mesela Sûriyê de bi Îranê re tevdigere û dixwaze mesele bi riya siyasî bê çareserkirin.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.