“Ruxîn diyar bû, me ew îqaz kirin lê tedbîr nestandin”

“Ruxîn diyar bû, me ew îqaz kirin lê tedbîr nestandin”

Ji karkerê ku ji hezaza li navçeya Şîrwana Sêrtê xelas bû destnîşan kir wan bi dehan caran di warê îxtîmala ruxînê de hişyarî dane rayedaran lê digel van îqazan tu tedbîr nehatin standin.

Karkerê bi navê Bahattîn Ant ê ku ji ruxînê xelas bûbû di derbarê hezazê de destnîşan kir dema ku wî dît hezaz pêk tê ji cihê bûyerê reviyaye.

“Ruxîn diyar bû, me ew îqaz kirin  lê tedbîr nestandin”

Ant di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir  di dema hezazê de hevalên wî gişt di nava wesayîtan de mahsur mane û hezaz bi ser wan de hatiye.Ant dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em diçûn karê xwe, dema ku em vegeriyan me dît ku çiya hilweşiyaye.Wê demê 15 hevalên me di bin ruxînê de man. Ruxîn diyar bû, me ew îqaz kirin  lê tedbîr nestandin.”

 Hat ragihandin di dema hezazê de  5 karker bi hewildanên xwe xelas bûne û lê belê 13 karker di bin hezazê de mane û a niha li benda xelaskirinê ne.

Li madena ku lê hezaz pêk hat yekîneyên AFAD, UMKEyê û her wiha cendirme û karkerên madene xebatên xwe didomînin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.